NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 13’ê GULANÊ


Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî


Qamişloka birîndar di şiverêyên ronak
Ên hêrsa te de
Di birûskvedana ewrên kesk
Û di xweşiya nimêja te de
Û di pevçûna rexên hiweşiyayî yên ziman
Û ferhenga min û te de wenda dibû
Zemînê mîna bêparan
Ziyanê mîna cobaran
Ronahiyê mîna girtiyan
Jehrê mîna sêwiyan
Êvarê mîna dildaran
Agir mîna hawaran
Û helbestan
Li xwe
Û li te
Û li kevoka dilê te
Dabeş dikim
Di semageriya kêlîka te ya ji kevir de
Di kurtepista miriyên adara te de hişyar dibim
Kêrên laşê te
Bi sorê sorgulan û bi zerê endekoyan
Û bi deryaçeyên reşekujiyê dipîvim
Di bersiva kêlan de bêbend û ayet dimam
Di reva axê de bêgav û bêdeng dimam
Di çêregeha xwînê de bê nav û bêreng dimam
Wek şûrê deryavanekî, Wek şînê xewnê
Wek gumana rût
Wek sîmirekî talanbûyî, diketim
Û ji xweliya te çêdibûm
Min reşekonê xwe li ser zikê Amûda bêrîkirinê
Bi stûnên şewatê vedigirt
Û dîsa bi keskê şewitî yê giyanê te diketim
Min rondikên Amûda xwe bi destmala te zuha dikirin
Min nalenalên Amûda xwe bi destên te dipêçan
Min spardeya evîna wê di sînga te de diçand
Û
Û Dîsa berbi te ve, ber bi dojeha dîroka te ve
Û berbi şemala serjêkirî ya kulîlkên cubeyê te ve, dihatim
Di nêrgiza zimanê te de dilerizîm
Bi tîna gavên te dihiliyam
Û Amûda min li pey te diderizî

2006

Ehmed Huseyni