Nivîsa jêrîn axaftina dîrokî ya şêxê şehîdan,
zanyar Dr. Mihemed Meşûq Xeznewî ya di
8/4/2005an de ye. 5 hefte berî ku ew ji alîyê
rejîma Sûrîyê di 10/5/2005an de bê revandin ev
axaftin kiribû. Ev şehîdê hêja, ji ber ku ev
peyvên rastî û dadmendîyê kiribûn, heta bi
mirinê bi êşkenceya hovane rûbirû mabû; laşê wî
yê jihevxistî di 1/6/2005an de radestî malbata
wî kirin. Xwedê jê razî be û bila cîhê wî bihuşt
be:
Ew peyveke xatir xwestinê bû?
Ew li ser xwe dipeyivî?
Erê, wî bi awayekî pêşin tûk kiribû rûyê qesasên
xwe.
Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban
Birayên hêja
Hevalên hêja
Her kes dizane ku ez tucarî tev li cenazeyan
nebûme û kesên nêzîkî min dizanin ku ez tev li
salvegera mirina bavê xwe yê rehmetî jî nabim.
Ez yek ji wan kesan im ku heke nikanibin mirinê
li jîyanê vegerînin, pêwîstî bi pîrozkirina
mirinê nahînin. Ji ber vê yekê ye ku ez îro li
vê derê di nav we de me: ne ji bo salvegera
yekemîn a Ferhad e, ne ji bo şwîngirtina mirina
wî ye. Ez li vir im ku jîyana wî û jîyana gel û
netewa wî pîroz bikim. Ez pir bextewar im ku bi
we re jîyana vî zilamî pîroz dikim. Lê belê, ez
her weha pir xemgîn im, ji ber ku bêtirî bîst
şehîdên me hene ku salvegera wan a yekemîn bêyî
ku jîyanên wan ji alîyê netewa wan bê pîrozkirin
derbas dibe.
Farhad delalîyê ber dilê me hemûyan e. Ez vê
yekê li gel rêzgirtina herî bilind ji bo hisên
bav, dê, jin û keça wî dibêjim. Erê, ew delalîyê
me ye, lê belê kî dikane bibêje ku bîst kesên
din û hinek şehîdên me ne di heman asta Ferhad
de ne?
Çima salvegerên wan derbas bûn û hun bê tevger,
di xew de bûn? Çi we dixe xew? Çima hun bawer
nakin ku jîyan dikane ji bo mirîyên wek min û we
jî bê dayin?
Birano, maf ji bo xêrxwazîyê nayên dayin, lê
belê ew bi darê zorê tên sitendin.
Her dilopeke xwîna şehîdan divê li wê derê be ku
rehekên mafên we av bide û divê ji nuha û pey ve
em nehêlin ku şehîdên we bên jibîrkirin. Şîa ne
çewt in ku her sal Husên bibîr tînin; zilamekî
ku hezar û çarsed sal berê hatiye şehîdkirin, lê
belê netewa wî, Şîa hîn jî xwîna wî pîroz dike,
ne ji bo ku ew zilam miriye, lê belê ji bo ku ew
dixwazin komekê, netewekê, Şiîyan, bi hêza xwîna
wî vejînin.
Dibe ku ez bi hûrgilî fahm nekim ku çi bi serê
Ferhad de hatiye.
Ez yek ji wan kesan im ku ji qemçûran (qarmîçe)
pir ditirsin û ez naxwazim ku wan bîbîr bînim.
Lê belê ji ber ku bavê wî ez ji bo vê civînê
vexwendim, ez nizanim ku çima Yaser û Sumayah tê
bîra min. Yaser, yek ji wan hewarîyên hêja bû ku
êşkencekarên wî tenê ji bo ku gotineke xerab ji
bo Mihemed bike, soza hemû rehetî û azadîyê dan
wî, lê belê wî qebûl nekir û Sumayah jî qebûl
nekir, bi ser de jî tûk kir nav çavê Ebû Cehîl.
Çîrok bi vî awayî ji min re hat gotin. Ji Ferhad
jî hat xwestin ku gelê xwe piçûk bixe û ez
nizanim ku wî tûk kir nav çavên wan an na, lê
belê bi rastî, her kesê ku bixwaze ku merivek
gotinên xerab ji bo gelê xwe bike, divê meriv
tûk bike ser çavên wî..
Destûrê bidin min ku ez hinek agahîya bi kitkit
bidim we, ji ber ku di vê civînê de wek seydayê
olî ez bi tenê dipeyivim.
Ferhad, min ji bo te hinek peyv nivîsîne; ez ne
helbestvan im, lê belê ez dikanim êşa xwe û êşa
gel û netewa xwe bi rêya te his bikim, Ferhad.
Hemû ciwanên me tu ne.
Jinên me gişt li ser te şwîn digirin.
Hemû rayên xwînê yên zilamên me xwîn bûne.
Hemû rayên xwînê yên zilamên me ji êş û birînan
dipeqin.
Lê belê ji bo ku tiştek pêk were, divê zilamên
me wek te bimirin; neteweke mirî ji alîyê
zilamekî ve tê vejandin, neteweke ku xwe wek
mirîyan his dike, jê re mirovek pêwîst e ku
bêje, rabe! Tu ne mirî yî! Ew kes jî tu bû,
Ferhad.
Min hewl da ku te bînim pêş çavên xwe, tu kî yî?
Maqûl e ku meriv biçe salvegera kesekî ku meriv
wî nas nake? Tu kî yî? Min hewl da ku taybetîyên
te bînim pêş çavên xwe, lê min nedikanî. Her
cara ku min hewl da ku taybetîyên te bînim pêş
çavên xwe, dengê qîrînên te yên ji ber qemçûr
ket guhên min û her cara ku min hewl da ku bejn
û bala te bînim pêş çavên xwe, şokên elektrîkê
yên ku di laşê te yê nazik re derbas dibûn
dihatin pêş çavên min. Dema ku min hewl dida ku
guhdarî bikim, min girîyê te dibihîst. Ez
nizanim, dibe ku dema ku ez dibêjim tu girîya,
ez te kêm dihesibînim, ji ber ku kesên wek te
natewin û nagirîn, lê belê li hemberî înfazkaran
wek çîyan ji pêyan disekinin. Lê belê, bihêle ku
ez ji te û hemû şehîdên vê netewê re bibêjim,
Ferhad, ku em hemû tev li rijandina xwîna te
bûne, ji ber ku em demeke dirêj di xew de man û
me tu radest kir û me giştan qedrê te û hevrêyên
te şikand; me li we nepirsî, me neda dû
înfazkarên we û me darizandina wan nexwest.
Fermana berdana girtîyan ji girtîgehê hêsan e,
lê belê ne mimkun e ku meriv bi fermanekê jîyana
Ferhad û bêtirî bîst şehîdên me yên din bi şûnve
bîne; lê belê tu û tenê tu dikanî li jîyanê
israr bikî û xurt raweste ku mafên xwe yên
mirovî doz bike.
Dema ku efser ji esker pirsî: Hun kî ne?
Divya wî bigota: em kûçik in.
Lê belê ji dewsa wê, wî got: em mirov in û ji
ber wê yekê bû ku wî bi bota xwe ya leşkerî
lêxist.
Fermanên we dikanin wan hemûyan vejînin. Heke
hun bixwazin ku mirov bin, hun mirovên Ferhad.
Ez dizanim ku serfirazîya Xwedê nêzîk e, lê belê
divê em hêvî bikin ku berî ku zilamê me yê herî
lawaz li ser gora te raweste û bibêje ku em
şehîdên xwe vedijînin, da ku em xwe bi wan
vejînin, em gişt ne miribin. Bila dayika te
destûrê bide min, Ferhad, da ku bibêjim: heke
min bikanîya ji ruhistîn bixwesta ku bihişta ku
min hinek kesên din têxista dewsa Ferhad,
muhtemelen nîvê gelê te wê ji dewsa Ferhad
biçûya, ji ber ku ew ji xwe mirî ne û pêwîst
nake ku meriv bang li mirîyan bike.
Îro ez dibêjim ku em bi niyet in ku hemû kesên
ku we kuştine vejînin, tiştên ku we hilweşandine
ji nuh de ava bikin û hemû tiştên ku we xera
kirine rast bikin. Ferhad û kesên din ên wek wî
wê bibin tovên tiştên bihê û her tovek ê sedên
wek xwe bîne û Xwedê wek ku dixwaze ji bo
hemûyan zêde dike. Jinên me wê bi hezaran
zarokên wek Ferhad bînin dinyê û kesên ku guneh
kirine wê di çinîna bagerê de lê hay bibin.