أنت هنا :الرئيسية»Helbest»NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 15’ê GULANÊ
NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 15’ê GULANÊ
نشرت بواسطة :Ashekكتب في : 25/05/2020في Helbestالتعليقات على NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 15’ê GULANÊ مغلقة
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî
Tu ji boyî çi şîniyên min ên serberdayî Bi bendewariya çavên xwe av didî Şêxê Şehîdan Tu ji boyî çi welatê min ê ji reşgirêdanê hêjayî tavên hawara xwe nabînî Şêxê Şehîdan Tu ji boyî çi lixwemikurhatina derengîşevê Bişkojên dudiliya berbangê, navê min Û gulava xwe hêjayî silava destê xwe nabînî Şêxê Şehîdan Min berê xwe dida goşeya xewnperest a sotana giyanê te Min xwe ji kavilên tarawgehê vediweşand Û radestî çelengiya çemên porê te dibûm Min rêçên xwe vedimiştin da ku pêrgî sirûda te ya sermest bibim Û xedengên oxira te di deryaçeya henasa xwe de werbigirim Dihatim Û karwanê bîranînan di laqirdiya xwe de ber bi hevrazê nemanê ve diçû Dihatim Û dest bi dest li beramberî herişandina te radiwetiyam
Dihatim Û min tavên dengvedana te Gurzên şîn û şadiya te, berbi wateya xwelîrengî ya gotinanan ve vedihinartin Dihatim Û qehweya te dihingivî rasteqîniya kula min Dihatim Û pinpinîka helbesta te li derdora ronahiya kila min dilerizî Dihatim Û wek dermandeyekî di germahiya navê te de dihêwirîm Dihatim Û payîzên sihirbaz pelên dara min dilorandin Dihatim Û di nav germahiya cubeyê te de Wek çûkekî berder ji surdariyê ditevizîm