أنت هنا :الرئيسية»Helbest»NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 10’ê GULANÊ
NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 10’ê GULANÊ
نشرت بواسطة :Ashekكتب في : 16/05/2020في Helbest, غير مصنفالتعليقات على NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 10’ê GULANÊ مغلقة
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî
Li wê devera ku dest ji devera xwe ya wêrek berdida, çavên te yên bazane di asoyên têkçûyî yên xwîna min de diçurisîn û bangên te yên ji keskê gulgeniman di dudiliya evînê de şîn dihatin, kenê te yê ji bixûr û nalînê mîna tîrekî jehrewî di sînga min de dadiçikiya
Li wira ku ji wira xwe didexisî, li paş dergehên kesk ên matmayîna serdemê, pêjna te bi xwe û bi çarenûsa me dikeniya û sînorên girî, ji te berbi min ve, ji min berbi xwe ve û ji xwe berbi goristanan ve sernişîv dibûn Ne min tu di keskê mirinê de nasdikirî û ne jî nasînê xwe bi min û te û bi mirinê dinasand
Hema li wê wira ji gotinê wiryayî raweste û li wê wirê mewîjên xwe hînî destnimêja dawîn bike û sirûdên xwe hînî jixwerevînê û cubeyê xwe di bagera bengîn de ji bîr bike
Min berê gulanê, mîna bajarekî şkestî, dida reşgirêdan û velerzîna peyvên ku xwe li ser pîtanokên nalîna te bi dastana evînê radipêçan û min mirina sirûdên giriyanê, min nexşeya westyayî ya ferhenga laşê te
ji karwanan re ji lêvên zuha yên qederê re ji ewrên mişextan re û ji gulên bendemanê re digotin. Destên min li bargeha sînga te pûç diman û çekên min radestî agirdanka zimanê te dibûn Helbesta evînê di pesnên evînê de hişk dibû û xweliya cegerdar a peyvê bi ser me de dibariya Rûyê min ê ji tîna bîranînanên te, dûyê cigareya min ê ji gazinên te, ez û çemên xwe, bi hev re, ez û kevanên xwe yên ji mijê, dîsa bi hev re, ez û kewên xwe yên ji tûtin û xewrevînê, bi hev re, em hildiperikîn axîna ji kevir a şevistana dawî ya ku di henasa te de, li min û li te û li xelmaşiyê mikur dihat. Goristana dawî Şevistana dawî Daristana dawî Kurdistana dawî Ya ku nedihat bîra te û te jî ew ji bîr nedikir… Keskê ku bi tena serê xwe çîrokan ji baranê re dibêje, destên te li ber keskesoran radixîne û çavên te yên ji seravê hînî rondikan û reşgirêdana bajaran dike Keskê ku ji dastana dengê te direviya û berbi elindê ve wek şewatekê diherikî, aniha mûman dikuje û bi ser hawara me de, wek keskesorê, reng bi reng, şîn bi şîn, darbest bi darbest dirije û di tavsorka sînoran de gavên te mîna belindeyan dizingin Keskê ku ji me bawer nedikir Keskê ku ji xwe bawer nedikir Keskê ku di şevistana sînoran de, bi xwe re, bi me re û bi pêjna sirûda te re şer dikir, aniha, kêlên me bi sorgulên evînê dixemilîne û berbiskên qederê bi bendên nimebarana dengê te şil dike Keskê ku sor dibû Keskê ku di gavên te de diçurisî Keskê ku ji bejna te didexisî Keskê ku di kêlîka dawîn de kor dibû Aniha mûmên xwe dikuje Tîna xwe û agirê rexên xwe dimije Weku zîvê gustîlka te Bi ser te de Bi ser me de Rondik û êşa şêxan dirije