الخميس , 28 يناير 2021
  • الرئيسية
  • التحق بفريقنا /
  • تواصل معنا /
  • الاستشارة والفتاوى/
    • طلب استشارة او اجابة على سؤال
    • خزانة الفتوى والاستشارات
  • Beşê Kurdî
  • MEDYA
    • Dil û nexweşiyên we
    • Malbata kêfxweş
    • Qiblename
    • فنانين عن الشهيد [Huner]
  • GOTAR
  • HELBEST

Mashuq Foundation

  • شيخ الشهداء
    • السيرة الذاتية
    • كتاباتــه
    • مقالات عن شيخ الشهداء
    • أشعار في شيخ الشهداء
    • ومضات في ظلال التوحيد
  • مؤسسة معشوق
    • الرسالة والأهداف
    • الأنشطة
    • الدعم والمساندة
  • الشيخ محمد مراد
    • خطب ودروس
    • مقالات
    • حوارات
  • دكتور مرشد
    • خطب ومحاضرات
    • مقالاته
    • حواراته
    • برامج تلفزيونية
    • أبحاث
  • ذكرى الشهيد السنوية
    • الذكرى الخامسة عشر
    • الذكرى الرابعة عشرة
    • الذكرى السنوية الثالثة عشر
    • الذكرى الثانية عشر
    • الذكرى الحادية عشر
    • الذكرى العاشرة
    • الذكرى التاسعة
    • الذكرى االثامنة
    • الذكرى السابعة
    • الذكرى السادسة
    • الذكرى الخامسة
    • الذكرى الرابعة
    • الذكرى الثانية
    • الذكرى الأولى
  • القناة والفيديو
    • فيديوهات شيخ الشهداء
    • فنانين عن الشهيد [Huner]
    • القلب وأمراضه
    • Dil û nexweşiyên we
    • البيت السعيد
    • Malbata kêfxweş
    • Bo Rojek Nû
    • Qiblename
    • برنامج رسالة
    • برنامج رسالة الخاصة
    • حديقة الورود
  • اخبار
  • صور
    • صور شيخ الشهداء
    • رسومات عن شيخ الشهداء
    • صور الشيخ مرشد
    • مناسبات
Don't Miss
  • فيلم وثائقي عن مسيرة شيخ الشهداء معشوق الخزنوي
  • برقية تعزية بوفاة بابا شيخ رئيس المجلس الروحاني الايزيدي
  • حزب يكيتي الكردستاني الحر يحيي الذكرى الـ 15 لاستشهاد شيخ الشهداء معشوق الخزنوي
  • بمناسبة الذكرى الـ15 لاستشهاده.. حزب يكيتي الكُردستاني- سوريا يزور ضريح الشيخ معشوق الخزنوي
  • دعوة لاحياء الذكرى السنوية الخامسة عشرة لاستشهاد شيخ الشهداء في قامشلو
  • حلقة خاصة بمناسبة الذكرى الخامسة عشرة لاستشهاد شيخ الشهداء الدكتور معشوق الخزنوي
  • مؤتمر المجتمع الإسلامي يستذكر شيخ الشهداء
  • ARK TV – Hesen Salih endamê komîta P.Y.K.A – Salvegera 15an ya terorkirina Şêx Maşûq
أنت هنا :الرئيسية » Helbest » NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11’ê GULANÊ

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11’ê GULANÊ

نشرت بواسطة :Ashek كتب في : 16/05/2020 في Helbest التعليقات على NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11’ê GULANÊ مغلقة

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11ê GULAN

Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî


Êvara dawî ya ku bi qasî keskê te nerm û nazik bû, bi qasî kenê te lewend û xweşik bû, ya ku bi qasî mirinê bêhiş û kawik bû, di hembêza Pîranê tozê de xar dibû, di banga Qaziyê dozê de har dibû, di dengvedana navên Berzaniyê sozê de jar dibû

Êvara dawî ya sirûda te di hinarkên rojê de bêzar dibû
Kavilên dilê min li bişirîna te ya dilbazane û li keviyên berbejn û bazbendên te yên ji têkçûnan ewle dibûn û pirtûka min a ji sawîr û ji şevpest û ji nifirên seferê, bi jandarî dihingivî asîtankên rizyayî yên xatirxwestina rûperiyên ji baran û ji meya werzên Neqşebendiyên te

Pênûsên te yên ku di çeşnên mûm û balefirxaneyan de ne, dest bi binaxkirina tovên şîniyan dikirin, rondikên germ di xêzên hinarkên te yên kehrebanî de diçurisîn, tu li berfa dilê min temaşe dikî, tu li dûmana giyanê min û li hêrsa zimanê min û li tenhatiya gavên min dipirsî, tu bi ximava maça min a bênav navekî nenas li çîrokê dikî û tu berbi min ve wek şevistanê, wek ku guman bi guman be li gumanê têyî
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan goristanê mirinê dibêje
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan dastanê lehengan dikuje
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan birînê nal û keseran dimije
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan sînorî bi ser xwînê ve dirije
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi lêvên kîjan kêlê diheje
Tu ji çavkaniya kîjan efsaneyê ji dayik bûyî
De bi ser hemî rexan û hemî welatan û hemî sosretan û hemî sîtavan û hemî rengan û hemî pencereyên kesk û hemî dayikên şînîgir ên bendemanê û hemî girnijîn û bînahiyan û bi ser sînga min a ji mirinan de, bibare
Bibare daku axînkêşanê hilbijêrim, daku ji nû ve hînî tawan û werdekan û dûkelê û hînî veciniqandina kelek û pirtepirtabalindeyên memikên zuha yên qederê bibim
Destên te yên ji beybûnên talanê, yên ji toza xewnên min, destên te dest bi kuştina min dikirin
destên te dest bi kuştina dargerîneka hebûna min dikirin
destên te dest bi kuştina awazên beranên kûvî yên ji nijada min û ji binemala şînî û keservedana min dikirin
Destên te, biyabanên laşê min ji desthilanîn dixistin û tembînameyên min di şkeftên xweşmêran de dirizandin
De destên xwe bi ser vê bobelatê ve vegire û min jî bi sêdara navê xwe ve wek awazeke xemgîn, hilawistî, li ba bûyî, bêbîr û yad, bihêle
Dikulkulîm, di hedana xwe de bi kotekî dihedinîm, di velerzînê de dilnaziya Zînê bûm, di êvarê de hingûr û nezaniya xwe û bêhûdeyiya kînê bûm, berbi kula te ve, berbi sorgula zikê te ve, berbi keskahiya morîkên gerdeniya te ve, ber bi sînorê xwe û te ve dihatim, min kuştina xwe ji bîr dikir, min şevçiraxên hişê xwe yeko yeko dişikandin û di nav pêlên dengê te de wek goyînekî dinaliyam
Min li navê te yê jibîrbûyî dipirsî
Min li deşta zorbaz a xewna te dipirsî
Min li hesta ta ya dilrevîn û li kêra mebesta te dipirsî
Min li raz û nepeniyên Ahoremezdayê kenê te û li Olimpyada ramanên te û li awayên hîverona kîla dengê te dipirsî
Min xwe bi lorîna te haş dikir û di dergûşa bîna te ya gulavî de, min, bi cegerdarî, bi surdarî, bi dildarî li xwe û li darên têkçûna daristana xwe dipirsî

2006

Ehmed Huseyni

الوسوم
tweet
NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 10’ê GULANÊ
NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM – 12’ê GULANÊ

عن Ashek

مواضيع ذات صلة

  • NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 15’ê GULANÊ

    NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK ...

    25/05/2020

  • NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM  – 14’ê GULANÊ

    NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK ...

    25/05/2020

  • NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM  13’ê GULANÊ

    NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK ...

    22/05/2020

  • NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM – 12’ê GULANÊ

    NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK ...

    16/05/2020

زرنا على صفحتنا على الفيسبوك

بحث

  1. القائمة البريدية

    إشترك فى قائمتنا البريدية

  2. kontakte Foundation

    khaznawi@live.no

    Pellygata 61, 1706 Sarpsborg

     

  3. MASHUQ FOUNDATION

    for Dialogue and Religious Renewal
  • rss
© Copyright 2013, All Rights Reserved. | Powered by WordPress | Designed by bdayh